Walter Benjamin: Fragmana teolojîk-sîyasî
Walter Benjamin: Fragmana teolojîk-sîyasî
Dema weşanê: Adar 23, 2021, 11:50 Dîtin: 410

Mesîh bi xwe hemû qewimîn a dîrokî dikemilîne, bi wateya ku ew pêwendiya  ya bi mesyanî re, bi xwe dikemilîne, diafirîne û difilitîne. Ji ber vê yekê tu tiştek dîrokî bi serê xwe nikare ku bixwaze bi mesyanîtiyê re têkildar be. Ji ber vê yekê ye ku alema îlahî ne telosa (yewnanî: dawî, medsed, armanc, hedef) dînamîzma (di orijînal deDynamisyewnanî: bizav, dînamîk) dîrokî ye; wekî hedefek nayê danîn. Ku meriv dîrokî lê binêre ew axir e, ne hedef e. Ji ber vê yekê ye ku nîzama fanîtiyê li ser ramana alema îlahî nayê avakirin, ji ber vê yekê ye ku maneyek teokrasî ya dînî tune ye, tenê yek a siyasî heye. Tevahî înkarkirina wateya teokrasiyê bi tundî, ev emega herî girîng a ‘Rihê Ûtopiyayê’ ya Bloch e.

Nîzama fanîtiyê divê xwe li ser ramana bextewariyê saz bike. Têkiliya vê nîzamê bi mesyanî re, yek ji doktrînên bingehîn a felsefeya dîrokê ye. Ji wê têgihîştinek mîstîk a dîrokê tête şert kirin, pirsgirêka wê ku dikare di wêneyek de were pêşkêş kirin. Ger serê tîrê li aliyek hedefa ku dînamîzma fanîtiyê lê karîgerî dike nîşan bideli aliyê din jî tundiya mesyanî, bi rastî bi wî awayî  lêgerîna bextewariyê ya mirovahiya azad hewl dide ku ji rêça mesyaniyê dûr bikeve, lê çawa ku hêzek li ser riya xwe yek a din a di rêça berevajî de diçe pêş dixe, wusa jî nîzama fanî ya fanîtiyê dikare hatina keyaniya mesyanî pêşve bîne.

Îcar fanîtî, ne kategoriyek vê keyaniya mesyanî be jî, lê kategoriyek e, û bi rastî jî yek a herî guncan e, ya nêzîkatiya wêya herî bêdengî yeLebê di bextewariyê de her tiştê dinyayî ji bo helweşîna xwe hewl dide, lewra ew ê tek di bextewariyê de bigihe helweşîna xwe. - Herwiha di heman demê de tundiya mesyanî yrasterast a dil, hundurîn her mirovekê, tê bedbextiyê re, bi maneya derdkişandinê, derbas dibeEw resitutio in integruma ruhanî ya ku ber bi nemiriyê ve dibe, teqabulê yek a din a dinyayî dike, ev a ku ber bi edebiya hilweşînekê dibe û rîtma vê ku biedebî dihere, ya ku di tevayiya xwe de diherebelê cîhanî ya bi tevayî xweya mekanî û ne zemanî dihere, rîtma tebîeta mesyanî, bextewarî ye. Ji ber ku tebîet ji demkiya xwe ya edebî û tevayî mesyanî ye.

Hewldana ji bo vê, di heman demê de ji bo wan astên mirov ên ku xwezayî ne , peywira siyaseta cîhanê ye, metoda wê divê, ku jê re çawa tê gotin jî, nihilîzm be.



Tercîme: Rahmet Yelken